Ji ber êşkenceyê girtiyê bi navê Ercan Eke jiyana xwe ji dest da

Ji ber polîtîkaya tecrîdkirinê ya li girtîgehên Tirkiyê, girtiyên nexweş di hucreyan de jiyana xwe ji dest didin. Hate ragihandin ku girtiyê bi navê Ercan Eke jiyana xwe ji dest da. Nûnerên komelaya Mafê mirovan bang kirin ku beriya encamên girantir ji girtîgehan derkevin, divê hemû kes xwedî li girtiyan derkeve.

Binpêkirinên mafê mirovan û polîtîkaya tecrîdkirinê ya li Girtîgehên dewleta Tirk roj bi roj zêdetir dibe.

Înfaza gelek girtiyan tên şewitandin, girtiyên nexweş di hucreyan de jiyana xwe ji dest didin û gelek jî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.

Di encama vê yekê de ji sala 2021’an heta serê sala 2022’yan, 9 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Îro jî hate ragihandin ku li Girtîgeha Şakranê girtiyê bi navê Ercan Eke jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku di otopsiyê de derketiye holê ku li serê Eke derp hebûne.

Birayê Eke, Îlhan Eke, derbarê mijarê axivî û da zanîn li gorî raporê birayê wî ji ber derba li serî jiyana xwe ji dest daye.

Birayê Eke xwest ku mirina kekê wî bê ronîkirin.

Nûnerên Komeleya Mafê Mirovan: Li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser girtîgehan divê civak rabe ser pêyan

Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî 3Tû Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) têkildarî rewşa li girtîgehan axivîn û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.

Endamê Lijneya Rêveber a TÎHV’a Stenbolê Ûmît Efe diyar kir li girtîgehan mirov jiyana xwe dest didin û wiha got:

“Li hemberî vê rewşê gelo siyasetmedar çima bêdeng in?

Divê em li dijî êrişên dewletê yên giran, destê xwe bidin hev û bi têkoşîneke hevpar dengê xwe bilind bikin. ”

Berdevkê ÎHD’ê Mehmet Acettîn jî diyar kir ku Saziya Tiba Edlî-ATK, serlêdanên girtiyên nexweş red dike û got:

” TEM, fermanê dide ATK’ê ku girtiyên nexweş neyên berdan.”

Nûnerê MATUHAY-DER’ê Şahîsmaîl Îtîk jî derheqê mijarê de axivî û da zanîn ku kiryarên niha, ji zilma 12’ê Îlonê girantir in.

Îtîk, diyar kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş hewceye civak rabe ser pêyan û axaftina xwe wiha qedand:

“Ji saziyên civaka sivîl heta malbatên girtiyan, hewceye hemû kes êdî gavekî biavêje.

Banga me li hemû sazî û partiyan ew e ku çav û guhên xwe ji vê mijarê re negirin. ”

Nobeta Edaletê a malbatên girtiyan a li Wanê 84 roj in didome

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê di roja 84’emîn de berdewam kir.

Dayikên taxa Xaçortê serdana nobedê kirin û piştevanî dan malbatên girtiyan.

Di serdanê de dayikan carek din daxwaz kirin ku girtiyên nexweş werin berdan.

 

Back to top button