Mamosteya mûzîkê Evîn Colemêrg li mala xwe perwerdê dide

Mamosteya Mûzîkê Evîn Colemêrg a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûr, li mala xwe perwerdeya Mûzîkê dide. Evîn dibêje: Li gel bêderfetiyan jî ew jixwe bawar e û karê xwe didomîne.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr, tevî bêderfetiyan jî jin xwedî li hunerê derdikevin.

Yek ji wan jî Evîn Colemêrg e.

Evîn di Kevana Zêrîn a Mexmûrê de mamosteya Mûzîkê ye.

Lê ew ji ber berpirsyariyên xwe yên mal û zarokan, perwerdê li mala xwe dide.

Ev bû zêdetirî 2 mehane Evînê mala xwe veguherandiye cihê fêrbûnê.

Evîn derbarê perwerdeya xwendevanên xwe ji Ajansa Rojnewsê re axivî.

Mamoste Evîn hevsengiyek xistiye navbera mal û kar

Evîn diyar kir ku li gel zehmetiyan wê hevsengiyek xistiye navbera kar û mala xwe.

Mamosteya mûzîkê Evîn: Em mûzîka Kurdî diparêzin

Evîn eşkere kir ew dixwazin mûzîka kurdî were parastin.

Lewra tiştên ku fêrî bûye, niha fêrî zarokan dike.

Mamosteya Mûzîkê Evîn dawiyê de xwest nifên nû xwedî li çanda xwe derkevin û biparêzin.

Back to top button