
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:
26’ê Gulanê balafirên şer bombe li herêma Golka ya herêma Metînayê barandin.
28’ê Gulanê jî Girê Şehîd Sarya û derdora çemê Lolan û neqeba Şêxzade bombebaran kir.
Her wiha Gundê Filleha yê herêma Zê û Girê Kartal yê herêma Avaşînê bombebaran kir.
29’ê Gulanê balafirên şer bombe li herêma Gundê Filleha û Girê Cehennem yê herêma Zê barandin.
Di encama bombebarana artêşa dagirker de li herêma Qendîlê 3 hevalên me şehîd bûn.