Li çola Tedmurê 13 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li çola Tedmurê, li dijî erebeyeke hêzên hikumeta Şamê êriş pêk hat. Di encamê de 13 leşker, di nav de Fermandarek hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Ajansa “SANA”ya girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî ragihand:

“Saet 13:30’an, li beyara Tedmurê, li rojhilatê stasyona Sêyemîn li dijî erebeyeke wan ya leşkerî bi hemû cure çekan êriş pêk hat…

Di encama êrişê de, yek jê fermandar 13 leşker hatin kutştin û 18 jî birîndar bûn.

Back to top button