KOÇBERÊN KAMPA HOLÊ VEGERA QEFLA YEKEM JI KOÇBERÊN REQA Û TEBQA HATE TALOQKIRIN

Rêveberiya kampa Holê destnîşan kir ku ji ber tedbîrên pêwist ne hatine girtin koma yekemîn a kesên ku dixwast vegerin bajarên xwe Reqa û Tebqayê, hate taloqkirin.

Rêveberiya kampa Holê 26’ê Gulanê dest bi qeydkirina navên koçberên Reqa û Tebqayê yên ku dixwazin li warê xwe vegerin, kir.

Dihat payîn ku wê qefla yekemîn ji koçberan roja Pêncşemê ango sibe ji kampê derkevin.

Lê li gorî ku rêveberiya kampê diyar kiriye, hîna xebatên bidawîkirina tedbîrên pêwîst ji bo vegera wan bi dawî nebûne.

Ji ber vê yekê vegera koçberên ku navên xwe tomar kirine, hate taloqkirin.

Ev taloqkirin wê dewam be heta ku tedbîrên pêwîst werin girtin.

Hevseroka kampên kantona Hesekê Macîde Emîn beriya çend rojan diyar kiribû ku 410 malbatan navên xwe li cem rêveberiya kampa Holê tomar kirine daku vegerin malên xwe.

Leave a Reply

Back to top button