Şervan Derwîş: Dewleta Tirk a dagirker provakasyonên xwe didomîne

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker provakasyon û hewldanên xwe yên derxistina aloziyan dewam dike û got: “Piştî 11 salan ji şer, em di pêvajoyekê de ne ku pêwîstiya her kesî bi çareseriyên aştiyane hene.”

Şervan Derwîş derbarê mijarê ji ajnsa Hewarê re axivî…

Şervan Derwîş diyar kir ku Dewleta Tirk a dagirker hema bêje rojane êrişî gundewarên Minbicê dike û got :

“Herî dawî gundê Ereb Hesen ê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê ku welatî lê hene da ber topan.

Dewleta Tirk provakasyon û hewldanên xwe yên afirandina aloziyê de berdewam dike.”

Derwîş da zanîn ku Dewleta Tirk a dagirker di vê siyasetê de dewam dike, heger bi rêya çeteyên xwe be yan jî bi rêya baregehên xwe yên li xetên şer be.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş dawiyê bang li civata navneteweyî kir li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bixebitin .

Back to top button