Çalakger, siyasetmedar û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku wê bi rêxistin, perwerde û hevgirtinê dawî li dagirkerî, qirkirin û faşîzm bînin û azadiya civakê misoger bikin. Her wiha piştrast kirin ku ew ê sala 2022’an bikin sala aştiyê.
Bi boneya 8’ê Adarê, li ser giringiya rojê û asta ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştinê, nirxandin tên kirin.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û anî ziman wê jin bi rêxistinbûna xwe karibe li dijî hemû êrişên heyî bisekine.
Rûken Ehmed bang li jinan kir ku roja 8’ê Adarê dakevin qadan û sala 2022’an bikin sala aştiyê.
Nezîre gewriye: divê xebat were zêdekirin
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriye jî berxwedana şervanên li eniyên şer ku parastina mafên pêkhateyan dikin, silav kir.
Nezîre Gewriye anî ziman “Berxwedana jinan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de layiq e ku bi şoreşa jinê were binavkirin.”
Nezîre dawiyê jî tekez kir divê jin xebata xwe zêde bike da destkeftiyên şoreşê biparêzin û Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de were naskirin.
Hilat Mihemed: Ji bo parastina gelê xwe li hember terorê bisekinin
Ji fermandarên Hêzên Asayîşa-Jin a Herêma Cizîrê Hilat Mihemed jî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û ev bang kir: