Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir Di encamê de 2 sivîl hatin kuştin

Vê sibehê artêşa Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kir ..

Di encama vê êrişê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Vê sibê artêşa Îsraîlê hin nuqteyên li herêma başûrê Sûriyê kir armanc.

Dezgehên girêdayî hikumeta Şamê li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî, ev agahî dan:

Derdora saet 5’ê vê sibê, artêşa Îsraîlê hin nuqteyên derdora bajarê Şamê kirin.

Di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

24`ê meha derbasbûyî di encama êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî hin nuqteyên derdora Şamê de 3 leşker hatin kuştin.

Di meha Sibatê de jî artêşa Îsraîlê 4 caran nuqteyên leşkerî kirin armanc, her dawî jî 24`ê Sibatê bû ku 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Duh jî Li çolistana Tedmurê, li dijî erebeyeke hêzên hikumeta Şamê êriş pêk hat.

Di encamê de 13 leşker, di nav de fermandarek hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Back to top button