Li gelek bajarên Ûkraynayê şerekî dijwar rû dide

Şerê li Ûkraynayê di roja 12’an de ye. Tevî hemû bang, hevdîtin û cezayan jî şerekî giran diqewime. Ev şer jî niha taybet li bajarokên Hostomel û Irpin yên nêzî Kîevê rû dide. Artêşa Ûkraynî careke din bajarê Chuhuiv vegerand. Rûsya bi armanca ku sivîl ji çend bajarên Ûkrayna derkevin ji se’et 10’ê sibê ve agirbesteke demkî ragihand. 

Şerê Ûkrayna di roja 12’an de ye.

Tevî hemû bang, hevdîtin û cezayan jî lê heta niha li gelek bajarên Ûkraynayê şerê giran dewam dike.

Di encama pevçûn û şer de navenda kontrolkirina fezayê ya li Velîkodonskoyê ya li herêma Odessa ji aliyê hêzên Rûs ve hatiye têkbirin.

Di encama şerê 12 rojan de heta niha zêdeyî milyonek kesî ji warê xwe koç kiriye.

Heta niha ji herdu aliyan wendahiyên mezin hene.

Û gelek deverên sivîlan jî hatine rûxandin.

Rûsya li hin bajaran agirbesta demkî ragihand

Rûsya bi armanca ku sivîl li bajarê Harkov, Sumi, Volovaka û Mariuopol derkevin ji saet 10’ê sibê ve agirbesteke demkî ragihand.

Têkildarî agirbestê aliyên Rûsî idîa kirin ku hêzên Ûkraynî nahêlin sivîl ji herêmê derkevin.

Tevî hevdîtinên ku heta niha çêdibin jî, ji bo sekinandina şer heta niha tu gavên erênî nehatine avîtin.

Endamekî Ûkrayna yê şandeya hevdîtinê hate kuştin

Piştî hevdîtinên Ûkrayna û Rûsyayê endamê şandeya Ûkrayna Denîz Krîev, bi îdaya ku alîgirê Rûsyayê ye hat kuştin.

Alîgirên neonazî Kuştina Krîev li xwe girtin.

Hate ragihandin ku Artêşa Rûsya gelek gund, bajarok, navçeyên nêzî paytext Kîevê xistine kontrola xwe û ber bi Kîevê ve bi pêş ve diçin.

Taybet jî hat ragihandin ku di navbera aliyan de li bajarokên Hostomel, Irpîn yên nêzî Kîevê şerekî dijwar rû dide.

Artêşa Ûkrayna ragihand ku hêzên wan bajarê Chuhuiv ê nêzê paytext Kîevê vegerandin.

Artêşa Ûkrayna diyar kir ku Rûsya xwe amade dike ku êrişeke berfireh li dijî Kîevê bide destpêkirin.

Rojnameya Wall Street Journal: Rûsya çekdarên li Sûriyê dibe Ûkraynayê dide şerkirin

Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Rûsya ji bo wan li dijî Ûkranya bide şerkirin, hin kesên ku berê li Sûrî şer kirine kom kirine û wê wan li Ûkrayna bide şerkirin.

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky duh bang li civaka Rûsya û Ûkraynayê kir ku li hember sûc û êrişên Rûsyayê bêdeng nemînin û bertekên xwe hîn zêdetir bikin.

 

Back to top button