Ûkrayna: Rûsya ji bo êrişî Kîevê bike, tevahî çavkaniyan kom dike

Rûsya tevahî çavkaniyên xwe yên hêzê ji bo êrişa li dijî Kîevê de kom dike. Fermandariya Ûkrayna jî ev yek piştrast kir. Heta ji vê yekê zêdetir êdî nîşaneya ku wê şerê Ûkrayna di demek zû de bi dawî ne be jî derket. Ûkrayna got, ji 52 welatan 20 hezar xwebexş ji bo li dijî Rûsya şer bikin li welatin. Rojnameya Wall Street Journal jî got; Rûsya ji bo şerê li nava Kîevê çekdarên li Sûrî wê bikar bêne.

Di roja 12. a êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê de, hişyarî ji Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê hat.

Serfermandariya Hevbeş ya Ûkrayna hişyarî da ku Rûsya ji bo êrişî paytext Kîevê bike “hemû çavkaniyên xwe kom dike”.

Ji aliyê din ve rayedarên Ûkraynayê ragihandin ku doh li derdora paytext Kîevê şerên dijwar qewimîn û leşkerên Rûsyayê hewl dan ku kontrola Irpin û Bucha ya li nêzî paytext Kîevê bi dest bixin.

Endamekî sendîkaya xwebexşan ji ajansa AFP’ê re got, Ger ferq bike ku artêşa Rûsyayê ber bi bajêr ve bi pêş ve diçe, pira dawî ya ku Kîevê bi rojava ve girêdide wê were teqandin.

Me, plan kiriye ku hejmareke zêde ya tankên rûsî têk bibin.

Di dema ku fikarên li ser Kîevê zêde dibû de, êrîşên hewayî yên artêşa Rûsyayê li dijî duyemîn bajarê herî mezin ê Ûkraynayê, Xarkiv, duh bi şev bi hemû tundiya xwe dewam kirin.

AFP’ê ragihand ku di êrîşan de cihê werzîşê ya zanîngehê û avahiyeke din bûn armanc û di êrîşê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

WSJ: Wê şerkerên li Sûrî bêne karanîn

Ji aliyê din ve rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî îdia kir ku Kremlîn xwe amade dike ku çekdarên Sûriyê derbasî Ûkraynayê bibin da ku ji şerên bajêr sûd werbigirin.

Li gorî nûçeyê ku ji aliyê rayedarên Amerîkî ve hatiye amadekirin, hate gotin ku hin çekdarên Sûriyê yên navborî li Rûsyayê hatine ragirtin da ku bibin Ûkraynayê.

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmytro Kuleba diyar kir ku 20 hezar xwebexşên biyanî yên ku ji 52 welatanin ji bo li dijî Rûsya şer bikin hatine welat.

Back to top button