LI TIL HEMÎS Û TIRBESPIYÊ BI QASÎ 5 HEZAR DONIM ZEVÎ ŞEWITÎN

Li bakur û rojhilatê sûriyê bi nêzîkbûna çinîna ceh û genim re dilê cotkaran şad bû û li benda rakirina mewsîma çandiniya xwe ne. Lê berndewariyên cotkaran vegeriyane metirsiyê. Ango êdî destê wan li ser dilê wane. Herî dawî jî li Til Hemîs û Tirbespiyê rûberek ji 15 KM ango 5 hezar donim erd ji berhemên ceh û genim şewitî.

Jêdera sereke ya şêniyên bakur û rojhilatê Sûrî çandiniye.

Tevî salên derbas bûyî yên zor û zehmet di aliyê çandiniyê de, îsal cotkar bi mewsîma baş keyfxweş bûbûn.

Lê hinekan çavê xwe berdaye xêr û bêra bakur û rojhilatê sûriyê .

Ji Kobanê bigre heya Dêrikê agir berdidin zeviyê genim û ceh.

Di encamê de bi hezaran donimên ceh û genim şewitîn.

Li Til Hemîs û Tirbespiyê rûberek fireh a zeviyên çandiniyê şewitîn.

Ji gundê Faro yê girêdayî bajarokê Til Marûf ê navçeya Tirbespiyê, heta gundên Damcerî,

Um Îzam Herîs, Îbteh, Îbteha Jorîn , Um Cefar û Nayîm yên di navbera Tirbespiyê û navçeya Til Hemîsê rûpîvaneke berfireh a zeviyên çandinyê şewitîn.

 

Tîmên agirkujê û komîteyên awaret bi hevkariya şêniyan agir vemirandin.

Di vê şewatê de 15 km ango 5 hezar donim zeviyên genim û ceh şewitî.

Beriya niha jî gelek caran li Til Hemîs û Tirbespiyê zevî hatin şewitandin.

Di nav du rojên derbasûyî de jî li gundê Şelhomiyê yê Tirbespiyê 10 hîktar şewitîn.

Her wiha li gundê Nayîm ê Til Hemîsê jî bi sedan hîktar zevî şewitîn.

Li Til Birak ya Hesekê bi qasî 200 donim zevî şewitî.

Li gundewarê navçeya Eyn Îsayê bi hezaran hêktarên zeviyên çandinî şewitî.

17’ê Gulanê jî zêdetirî 800 hêktar li aliyê rojavayê navçeya Eyn Îsayê şewitî.

Li bajarê Kobanê jî zeviyên 2 gundan şewitîn.

Li herêma Tebqayê jî 2 şewat bi 370 donim zevî ketibû.

Çeteyên DAIŞ’ê bi nêzîkbûna çinîna ceh û geniman re planên qirêj digerîne.

Çeteyan bi awayekî fermî ragihandin ku di plana wan ya sereke de şewitandina zeviyên çandiniyê ye.

Rojnameya bi navê Nebî ya DAIŞ`ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê şewitandina mewsima çandiniyê ji ceh û genim girtiye serxwe.

Bi armanca di herêman de tevliheviyê derbixe û jiyan xelkê bixe metirsiyê.

Leave a Reply

Back to top button