Ûkrayna..Di roja 12. a êrişa li ser Ûkrayna de bîlanço giran bûye

Di roja 12. a êrişên Rûsya li ser Ûkrayna de, bîlanço giran dibe. Di êrişa Rûsya li ser bajarê Îrpîna de 8 sivîl hatin kuştin. Rûsya ragihand ku heta niha 2,396 binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna bêkêr kirine. Ûkrayna jî got, jimara kuştiyên Rûsya ji 11 hezarî derbas kiriye. Di nava van rewşan de, ji bo derxistina sivîlan ji 6 bajaran, biryara agirbesta demkî hat dayîn.

Ji 24’ê Sibatê ve ev metirsî li nava Ûkrayna heye.

Herêm têne topbarankirin û bi sedhezaran kes berê xwe didin sînorê welatên cîran.

Di roja 12’an de li Kiev, Mariupol, Xarkiv û Sumî ji bo derketina sivîlan biryara agirbestekî demkî hate dayîn.

Rûsya jî li wê yekê mikor hat ku rewşa mirovî ya li herêmê gihiştiye astekî nebaş.

Navenda Koordînasyona Destwerdana Mirovî ya li Ûkraynayê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Navnedê diyar kir ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin daxwaza vekirina korîdorên însanî kiriye.

Korîdorên ku werin vekirin wê bi rêya balafirên bêmirov werin şopandin û li ser rewşa heyî wê NY, Rixistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) û Xaça Sor were agehdarkirin.

Di êrişa Rûsya ya li ser Îrpînê de 8 sivîl hatin kuştin

Rûsya ji bo kontrolkirina Kîevê, dixwaze despêkê Îrpînê bigre.

Ji bo vêyekê jî li dijî bajar êrişeke zêde pêk tîne.

Şaredarê Îrpînê Aleksandr Markuşîn diyar kir ku di encama gulebarana artêşa Rûsyayê ya di dema derxistina welatiyan de 2 jê zarok 8 kes hatine kuştin.

Rûsya êrişî balafirxaneya artêşa Ûkrayna ya li Vinnistya kir

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov têkildarî rewşa dawî agahî parve kir.

Îgor Konaşenkov diyar kir ku hêzên wan balafirgeha leşkerî ya Ûkraynayê ya li bajarê Vinnytsya bi çekên lûle dirêj kirine armanc.

Konaşenkov diyar kir ku balafirên Rûsyayê jî 3 balafirên şer ên Su-27 ên hêzên hewayî yên Ûkraynayê xistine.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bal kişand ku êrîşên li ser tesîsên binesaziya leşkerî yên li Ûkraynayê dewam dikin û wiha got:

“Ji destpêka operasyonê heta niha 2 hezar û 396 tesîsên binesaziya leşkerî yên Ûkraynayê hatine bêkêrkirin.”

Ûkrayna: Rûsya li sînorê Belarûs êrişên xwe yên bi moşekan didomîne

Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê ragihand ku Rûsya êrîşên xwe yên mûşekî yên ji sînorê Belarûsê didomîne.

Li gorî daxuyaniya fermandariyê,

11 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin.

Her wiha 46 balafir, 68 helîkopter, 290 tank, 999 wesayîtên zirxî, 117 sîstema topavêj, 454 wesayit, 60 tankên sotemeniyê û 7 balafirên bêmirov hatine bêkêrkirin.

Back to top button