Ji jinên girtî re kart hatin şandin

Ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî gelek çalakî tên li darxistin. Jinên Bakurê Kurdistanê û Ewropa jî di nava tevgera amadekariyên pîrozbahiyê 8’ê Adarê de ne. Jinan di çalakiyên xwe de banga bilindkirina têkoşînê û azadiya Rêber APO dikin.

Jin li seranserî cîhanê di nava tevgera pêşwazîkirina 8’ê Adarê de ne, taybet jinên Bakurê Kurdistanê û Ewropayê.

Li Wanê TJA’yê, Meclisa Jinan a HDP’ê û Komeleya Piştevaniya bi Malabtên Girtî û Hukumxaran re di çalakiyeke hevpar de ji bo 8’ê Adaerê ji jinên girrtî re kart şandin.

Di amaedekariya kartan de Dayikên Aştiyê jî piştgirî dan.

Di kartên ku li wan dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” hat nivîsandin de peyamên ji bo 8’ê Adarê jî hatin nivîsandin.

HDP’ê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyar qanûnek da meclisê

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taş demîr jî ji bo ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî weke betlaneya fermî bê îlankirin pêşniyar qanûnek da meclisê.

Dîlan di pêşnûmeya xwe de behsa dîrok û girîngiya 8’ê Adarê kir û da zanîn ku di sedsala 21’emîn de jî jin li dijî şer, tundî, her cure zext û xwîn mêjandinê ji bo daxwazên xwe yên maf û wekheviyê têdikoşin.

Eren Keskîn: Ewropa berpirsê sûcên ku li Tirkiyê tê kirine

Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê jî di çarçoveya 8’ê de, panela bi sermijara “Wek jinek parêzvanê mafê mirovan” li dar xist.

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn , Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rahşan Bataray û gelek jin beşdarî panelê bûn.

Di serî de Rahşan Bataray axivî û bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û têkoşîna dayikan a ji bo edaletê.

Eren Keskîn jî anî ziman ku çawa li her qadê jin bûn zor e, li qada têkoşîna mafê mirovan jî jinbûn zor e û got:

Li Tirkiyê her cûre îşkence, tundî û sûc tê kirin. Ewropa jî şirîkên sûcên li Tirkiyê ye.

Jinên Kurd li Kanadayê 8’ê Adarê pîroz kirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, bi banga Komuna Jinê ya Sara Ozgur, jinên Kurdistanî li Navenda Civaka Kurd a Torontoyê li hev civiyan û 8’ê Adarê pîroz kirin.

Jinan di çalakiyê de gotin: Azadiya jinê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bicihanîna paradîgmaya wî dibe.

Jinên Kurd û Swêdî bi boneya 8’ê Adarê hatin ba hev

Jinên kurd û swêdî bi boneya 8’ê Adarê di resepisyona 8’ê Adarê de hatin ba hev.

Bi wesîleya rojê xwarin hate dayin û piştre li ser girîngî û wateya 8’ê Adarê axaftin hatin kirin.

Back to top button