Rêber Abdullah Ocalan: Heta ku jin azad nebe civak jî nikare azad bibe

Rêber Apo azadiya jinan xist bingeha xebat û têkoşîna xwe. Di vê çarçoveyê de gelek nirxandin kir û proje bi pêşxist. Di pêvajoya Îmraliyê de jî di vê derbarê de xebatên xwe dewam kir. Rêber Apo dibêje; “Heta jin azad nebe civak jî nikare azad bibe.”

Yek ji xebatên sereke yên Rêber Apo jî Azadiya Jin e. Ji ber vê jî azadiya jin xist bingeha têkoşîna civakî û azadiya gelê Kurd.

Ji lewre jî piştî komploya navnetewî Rêber Apo got, “Projeya min di nîvî de ma.”

Rêber Apo gelek caran anî ziman, heta jin azad nebe civak jî nikare azad bibe.

Ji ber vê yekê jî Rêber Apo “Paradîgmaya Ekolojîk, Civaka Demokratîk û Azadîxwaziya Jinê” bi pêş xist.

Di gelek hevdîtinên xwe yên li Îmraliyê jî qala vê rastiyê û girîngiya wê dike.

Di hevdîtina xwe ya 23’yê sibata 2013’an de Rêber Apo ji Şandeya Îmraliyê re diyar dike ku civakeke ku jin tê de ne azad be ew civak jî azad nabe û wiha dibêje,

“Tevgera me tevgera azadiyê ya jinan e. Sakîne, mînaka vê rastiyê ye. Jiyana Sakîneyê, mînak e. Azadbûna jinê, têkoşîna Sakîneyê ye. Divê jin azad bibe. Jinên ku bûne lehengên mezin hene.”

Rêber Apo di hevdîtina xwe ya 18’ê Adara 2013’an de jî wiha dibêje:

“Jin neçare ku li Rojhilata Navîn pêş bikeve. Hewceye hûn xwe azad bikin. Hewcehî bi ‘xweda”yê jinan heye. ‘Xweda’, tê wateya xwe bi xwe zayînê. Jina azad, mîna rojê hiltê.

Peyva jin û jiyanê gelek watedar in. Divê jin biqudret, azad û xwedî biryar bin. Jiyaneke bêyî jinan nabe.”

Di hevdîtina 3’yê Nîsana 2013’an de jî Rêber Apo nêrîna xwe wiha bi Şandeya Îmraliyê re parve dike:

“Ez hewl didim ji bo jinan, jiyaneke azad biafirînim. Jiyaneke bêyî jinan pêkan nîne lê bi jinên heyî re jî jiyan nabe. Her ku sê-çar jin têne bahev, divê rêyên çareseriyê pêş bixin. Bila baweriya we bi jintiya we hebe.”

Rêber Apo di hevdîtina xwe ya 8’ê Sibata 2014’an de dibêje,

“Şoreşa me, di heman demê de şoreşa jinê ye. Şoreşeke ku jinan azad neke, şoreş nîne.”

Her wiha Rêber Apo, di hevdîtina 1’ê Hezîrana 2014’an de jî diyar dike ku pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên civakî, bingeha xwe ji pirsgirêka jinan digirin.

Rêber Apo, di hevdîtina xwe ya 15’ê Tebaxa 2014’an de ji şandeyê re wiha dibêje;

“Di cîhanê de tu kes nikare ji min baştir civaknasiya jinê bike. Hewceye em jinê bihêztir bikin. Jin ne jina mêrê xwe yan jî keça bavê xwe lê divê ya xwe bi xwe be. Tişta ku ez jê re dibêjim etîka jinê, hêza biryardayînê ya jinê ye. Bîrdoziya sedsala 21’emîn, azadiya jinê ye.”

Di hevdîtina 29’ê Mijdara 2014’an de jî Rêber Apo van tiştan bi şandeyê re parve dike:

“Niha em dikarin bibêjin ku eşqa kurdan di hêla teorîk de hatiye qezenckirin. Ev, eşqeke civakî ye. Ez ne qala eşqa zayendî dikim. Ya me, azadiya jinê ye.”

Back to top button