Ciwanên Welatparêz li navçeya Kelar a germiyanê standeke îmzeyan danî

Ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li Başûrê Kurdistanê xebat didomin… Komelên Ciwanên Welatparêz li Kelarê standeke îmzeyan danî. Şêniyên Kelarê, bi coş tevlî kampanyayê bûn û bi hezaran îmze avêtin. Xizmên qurbaniyên enfalê yên li Çemçemal jî piştgirî dan kampanyayê û gotin: “Ji bo careke din enfal û kîmyabaran li ser gelê Kurd pêk neyên, divê piştgiriya kampanyayê were xurtkirin.

Bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’yê Kanûnê de ji bo derxitina PKK’ê ji listeya terorê kampanyayek berfireh hate destpêkirin

Piştî ku kampanya li seranserî cîhanê hate ragihandin, di 29’ê Çileya 2022’an li Silêmanî jî kampanya hate ragihandin.

Kampanya bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrin û siyasetmedaran li Başûrê Kurdistanê didome.

Di vê çarçoveyê de Komelên Ciwanên Welatparêz li navçeya Kelar a Germiyanê standeke îmzeyan danî.

Welatiyan eleqeyek zêde nîşanî standê dan û bi îmzekirina metna piştevaniya kampanyayê piştgirî dan.

Kesên tevlî kampanyê bûn diyar kirin ku PKK ji bo azadî, demokrasî û mafê gelan têkoşînê dike, ji bo wê ye divê ji lîsteya ‘terorê’ bê derxistin.

Heta niha bi hezaran îmze hatine berhevkirin.

Xizmên qurbaniyên enfalê: PKK parastina doza rewa ya gelê Kurd dike

Xizmên qurbaniyên enfalê yên li bajaroka Qadirkerem a ser bi Çemçemal jî piştgirî dan kampanyayê û diyar kirin ku PKK şerê terorê û parastina doza rewa ya gelê Kurd dike.

Necat Teyîb ku yek ji xizmên qurbaniyên enfalê ye diyar kir PKK di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Mûsil û Kerkûk de xwedî gelek şehîdane û got: “Lewma girînge ku ji lîsteya rêxistinên qedexekirî were derxistin.”

Necat Teyîb anî ziman divê welatî ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’, li Hewlêrê biçin li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî û daxwaza vê yekê bikin.

Xizmê Enfalê Karwan Baba: Ji bo careke din Enfal li ser gelê Kurd pêk neyê piştgiriyê bidin kampanyayê

Yek ji xizmên din ên qurbaniyên enfalê Karwan Baba jî daxwaz kir PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî were derxistin û got: “Têkoşîna PKK’ê ji bo aştî, aramî û azadiya herêmê ye”

Karwan Baba dawî bang kir kur ji bo careke din enfal û kîmyabaran li ser gelê Kurd pêk neyê, divê piştgiriya kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji listeya terorê werin xurtkirin.

Back to top button