Li herêma Cizîrê jinan ji bo 8’ê Adarê gelek çalakî li dar xistin

​​​​​Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro jî şahî û çalakiyên jinan ên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam kirin. Li herêma Cizîrê bi heman armancê ji semîneran bigre ta bi şahî, serdan, xemlandina rêyên bajêr û çandina daran 8’ê adarê hatpîrozkirin. Li Hesekê, Amûdê û Qamişloyê jî bi çalakiyên cuda ev roj hate pîrozkirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam dikin.

Îro li bajarê Hesekê bi armanca pîrozkirina vê rojê dayik, hevjîn û zarokên şehîdan, her wiha Kongra Star jî serdana goristana Şehîd Dijwar kirin û dar çandin.

Dayika şehîd Hemza Tolhildan 8’ê Adarê li rêber Apo û tevahî jinan pîroz kir û wiha got:

Li navçeya Zirganê jî Partiya Yekîtiya Demokratîk -PYD’ê semînerek der barê 8’ê Adarê de ji mêran re li dar xist.

Di semînerê de bal hate kişand ser têkoşîn û berxwedana jinê di serxistina Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Kongra Star li Şedadê jî şahiyek bi boneya vê rojê li dar xist.

Jinan di şahiyê de diyar kirin dê her li ser rêya fikir û felsefeya rêber Apo bimeşin û ji bo azadiya wî têkoşînê bidomînin.

Bi boneya 8’ê Adarê Şaredariya Gel a Hecînê tevî şêniyên Hecînê, endamên saziyên sivîl, malbatên şehîdan û ciwanan 220 dar li Kolana 20’an çandin.

Li navçeya Girkê Legê jî Komîteya Rêveberiya Dibistanan pêşangeha berhemên hunerî û amûrên dîrokî li navenda perwerdeyê ya navçeyê li dar xist.

Her wiha li navçeya Amûdê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê pêşengeh û şahiyek hate lidarxistin.

Di pêşengehê de wêne û tiştên kevin ku bi desta hatine çêkirin hatin nîşandan.

Şêniyên navçeya TiL Birakê jî bi armanca pîrozkirina vê rojê şahiyek li darxistin.

Di şahiyê de govend, stran û şano hatin pêşkêşkirin.

Şêniyên navçeya Til Hemîsê jî bi boneya vê rojê şahî li navenda çand û hunerê li darxist.

Di şahiyê de gelek jin axivîn û balkişandin ser têkoşîna jinê ya li hember zilm û bindestiyê.

Li Dêrik, Girkê Legê û Qamişloyê jî qadên şahiyên 8’ê Adarê hatin xemilandin.

Back to top button