Nunertiya PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê li ser 8’ê Adarê semîner da

Li başûrê Kurdistanê jî pîrozbahiyên 8’ê Adarê didomin Nûnertiya-PYD’ê ya başûrê Kurdistanê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ bi çalakiyên cuda 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin.

Çalakiyên pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Başûrê Kurdistanê û bi coşek mezin dewam dikin.

Bi boneya vê rojê Nûnertiya PYD’ê ya başûrê Başûrê Kurdistanê jî li navenda xwe a li Silêmaniyê semînerek da..

Di semînerê de Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Lêman Şiwêş axivî û 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinan pîroz kir û ev tişt anî ziman:

“Em soz didin mirovahî û têkoşerên azadîxwaz û şehîdan, em ê vê têkoşînê berdewam bikin.”

Di dawiyê xelat li jinên amade hatin belavkirin û bi girtina govendê semîner bi dawî bû.

TAJÊ Ji bo piştgiriyê serdana asayîşa êzîdxanê kir

li Şengalê jî endam û rêvebirên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ serdana navenda Asayîşa Êzîdxanê kir.

Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Xalit Qasim diyar kir ku serdana wan hêz û moralê dide wan û 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet li jinên Şengalê pîroz kir.

Her wiha endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî axivî û da zanîn ku ew ê her tim piştevaniya Asayîşa Êzîdxanê bikin.

“Bi saya fikrê Rêber Apo em gihiştin vê astê”

Her wiha li gundê Hesawîk ên Şengalê jî jinên pêkhateyên Ereb ku di şahiyên 8’ê Adarê amede bibûn ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Jina Ereb Fatma Mistefa da zanîn ku berê tu wateya vê rojê tûnebû, lê niha bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ev yek hate guhertin û got: “Ez 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz dikim, ev roj roja berxwedanê ye. Bi saya Rêber Apo em gihiştin vê astê û ev roj wê bibe roja azadiya Rêber Apo.”

Her wha Ehlam Mihemed jî axivî û bang li hemû jinên cîhanê kir ku 8’ê Adarê bikin roja îrade, azadî û xweşiyê.

Back to top button