YEKÎTIYA EWROPAYÊ: LI TIRKIYÊ HER TIŞT BI PAŞ VE DIÇE

Komîsyona Ewropayê rapora pêşketina Tirkiyê eşkere kir. Berpirsê ji Pêşveçûnê Komîser Johannes Hahn diyar kir ku tu pêşnûmeyekî wan a geşbûna têkiliyên bi Tirkiyê re tune.

Di raporê de hate gotin Tirkiye li gorî salên din di aliyê demokrasî û mafên mirovan de bi paş dikeve.

Hahn diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan kûrtir bûne, aborî jî di nav de li gelek herêman “paşketin” heye.

Berpirsê ji Pêşveçûnê Komîser Hahn got;

“Tirkiye dûrketina xwe ya ji Yekîtiya Ewropayê didomîne.

Di mijara azadiya ramanê, xwepêşandin û mafên din de xerabbûn heye. ”

Di raporê de hate diyarkirin ku zexta siyasî ya li dadger û dozgeran bandorekî neyînî li xweseriya darazê dike.

Piştî pêşkêşkirina raporê Raportora Parlamentoya Ewropa ya Tirkiyê Katî Pîrî û wekîla Portekîzî Anna Gomes bal kişandin li ser rewşa girtîgehan û gotin:

Divê di mijarên hekîmên jin û danustandinên xirab a li wan tê kirin, bêdeng nemînin.

Li ser vê raporê û rexeneyên tund ku tê de li Tirkiyê hatin kirin, yekser bersiv û parastin ji aliyê Tirkiyê ve hat.

Cîgerê wezîrê karê derve yê Tirkiyê Faroq Kaymakci got,

Ev rapor rewşa heyî nagire dest û rexneyîn hatîn kirin nayên qebûlkirin.

Leave a Reply

Back to top button