Dewleta dagirker di meha Sibatê de 60 welatî li Efrînê revand

Di meha Sibata de jî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê dewam kir.Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê, ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di meha sibatê de 4 jê jin 60 welatî li Efrînê revandiye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê derbarê cih û jimarên welatiyên ku hatine revandin ev agahî da:

Li navçeya Raco ya çeteyên artêşa dagirker di meha Sibatê de 18 welatî, ji wan 6 kalepîr û 3 jin, bi tawanên derew revandin.

Li navenda bajarê 10 navçeya Şêrawa 12, Cindirêsê jî 7 welatî hate revandin.

Li navçeyên Şera, Mabata û Bilbilê jî çeteyên Sultan Murad, polîsên leşkerî û îstixbaratên dewleta Tirk 13 sivîl revandin:

Artêşa dagirker Girê Merwaniyê yê li gundê Meraniya Jêrîn; Girê Sultan ê şûnwarî yê li navçeya Mabeta, Girê Şorbe yê şûnwarî ku li gundê Gemrûkê ye, Girê Laq ê şûnwarî yê girêdayî navenda bajêr, Girê Çiya yê li navçeya Şerayê, Girê Birc Ebdala yê li navçeya Şêrawa xirakir.

Back to top button