Bi boneya 8’ê Adarê roja Jinan a Cîhanî, gelek rêxistin û saziyên jinan daxuyanî û peyamên pîrozbahiyê weşandin. Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Jinan a partiya KESK, Komîsyona Jinan a KNK’ê û Fermandariya Biryargeha YJA-Starê peyam dan, 8 adarê pîroz kirin û gotin: “Sala 2022 ew ê bibe sala serkeftin û azadiya jinan”
Bi boneya 8’ê Adarê, gelek sazî û rêxistinên Jin daxuyanî dan…
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê boneyê peyamek weşand û got:
“Ev roj encama têkoşîna bi milyonan jinên cîhanê ye.
Bi berxwedan û têkoşîna tevger û rêxistinên jinan li ser asta cîhanê tacîdar bû.”
Meclisê her wiha îşaret bi rewşa jinên Sûriyê jî kir û ev yek anî ziman:
”Li Sûriyê, nexasim li herêmên dagirkirî, jin di nava mercên zehmet ên şer de vê rojê pêşwazî dikin.
Tevî hemû astengiyan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin ji bo azadî û rûmeta xwe têdikoşe û pêşengtiya şoreşê dike.”
Komîsyona Jinan a KNK’ê: Li Kurdistanê dema jinên azad e
Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK jî bi boneya Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da…
Komîsyonê bi gotina “Li Kurdistanê dema jinên azad e” dest bi daxuyaniyê kir û got::
”Têkoşîn û rêxistina jina Kurd li Rojhilata Navîn û li tevahî cîhanê bûye hêvî û roniya hemû jinan.”
Komîsyonê bal kişand li ser rewşa jinan li Bakurê Kurdistanê jî û ev yek anî ziman:
”Rejîma Tirk, sîstemeke destdirêjiyê li dijî jinên Kurd dimeşîne. jin tên girtin û êşkence kirin.
Lê wê nikaribe vîna jinên Kurd bişkîne û teslîm bigire.”
YJA-Star: Em ber bi azadiya Rêber Apo û welatê xwe ve dimeşin
Her wiha Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jî bi wesîleya 8’ê Adarê peyamek weşand.
Fermandariya YJA-Starê 8’ê Adarê li Rêber Apo, jinên têkoşer û gerîlayên YJA-Starê pîroz kir û şehîdên têkoşînê bibîr anî…
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got,
“Em ber bi azadiya Rêberê xwe û welatê xwe ve dimeşin.
Gerîlayên YJA Starê şerê parastina mirovahiyê dimeşînin û ji her demê zêdetir bi biryarin.”
Em bi êrişên giran ên dijmin, polîtîkayên qirkirinê û şerê taybet re rû bi rû ne.
Gerîlayên me bersivê didin êrişên giran û dewleta Tirk a faşîst aniye ber têkçûnê.”
YJA-Star: Em ê sala 2022’yan bikin sala serkeftinê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di dawiya peyama xwe de destnîşan kir ku serkeftin ji her demê zêdetir nêzîk e û got,
“Di sala xwe ya 50’emîn a Newrozê em ê derbên mezin li dijmin bixin, Rêberê xwe azad bikin û Sala 2022’yan bikin sala serkeftinê.”
Komîteya Jinan a Partiya Kesk bi peyamekê 8’ê Adarê pîroz kir
Komîteya Jinan a Partiya Kesk a Demokrat, bi peyamekê 8’ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kir.
Di peyamê de bal hate kişandin li ser rola jinan a di nava xebatên parastinê û rêveberiyê de û hate diyarkirin jinan serkêşiya şoreşê kirin û di hemû qadan de beşdarî xebatan bûn.