Di çalakiya gerîlayên YJA Star’ê de li Metîna 2 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê li herêma Metînayê li hêzên dagirker xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, çeperekeke dagirkeran jî hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“6 Adarê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de, li Geliyê Girê Azad a girêdayî Metînayê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dan.

Çalakî li dijî çepereke bombeavêj a dagirkeran hate kirin û di encamê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekek bombeavêj hatin rûxandin.

Ev çalakî ji bo silavkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate lidarxistin.”

Li aliyê din HPG’ê ragihand, êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

HPG’ê diyar kir di navbera 4 û 7’ê Adarê de hin qadên bi ser herêmên Zap û Avaşînê bi helîkopter û balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button