8’ê Adarê Ii Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cuda hat pîrozkirin

8’ê Adarê li gelek deverên Başûrê kurdistanê jî bi çalakiyan hat pîrozkirin. Banga yekgirtina li hember tundiya li ser jinan hat kirin û kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin..

Li başûrê Kurdistanê 8’ê Adarê bi çalakiyan hat pîrozkirin.

Li Silêmaniyê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê çalakiyek li dar xist..

Jinên aktivîst, siyasetmedar, rewşenbîr, endamên rêxistinên cûda û pêşmergeyên jin di çalakiyê de amade bûn.

Di çalakiyê de li dijî kuştina jinan, banga ‘Na ji bo kuştina jinan’ re hat kirin..

Li vir daxuyanî hat dayîn û îşaret bi 10 jinên ku di nava 2 mehan de li başûr hatin kuştin û şewitandin hat kirin..

Yekîtiya Jinan got: “Divê jinên Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin.”

Li navçeya Kelar ya ser bi Germiyanê ve jî bi boneya 8’ê Adarê, Navenda Hevbeş ya Rêxistinên Jinan ku ji 7 rêxistinan jinan ên Germiyanê pêk tê, li gel komek mamosta, xwendevan û aktivîstan çalakî li dar xistin.

Li ser navê rêxistinên jinan Şeyma Cemal daxuyanî da û got:

“8’ê Adarê di heman demê de roja têkoşîna li dijî zordarî, tundûtujî û gendeliyê ye.

8’ê Adarê sembola berxwedan, fedayî û têkoşînê ye.”

Her wiha îşaret bi binpêkirinên li başûrê Kurdistanê ya li dijî jinan hate kirin û ev yek hat ziman:

“Di van şert û mercên qeyrana siyasî, aborî û civakî de, jin bûne qurbana qeyran, kuştin û xiyanetê.

Em hemû cûre tundûtujî û kuştina şermezar dikin û bang li aliyên peywendîdar dikin, ku kujer û sucdaran ceza bikin.”

Li bajarokê Kifrî yê Germiyanê jî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê jinan pêşangehek berhemên destan vekir…

Di pêşangehê de xwarinên Kurdî hatin pêşangdan.

Li Zanîngeha Germiyanê jî tabloya 8’ê Adarê hate danîn..

Li ber Saraya Silêmaniyê, Sendîkaya Ristin û Çininê û Yekîtiya Sendîkaya Karkeran, bi boneya 8’ê Adarê festîvala berhemên keda jinan li dar xistin.

Di festîvalê de zêdetirî 70 cure berhemên jinan û 20 cûre xwarinên Kurdewarî hatin pêşandan.

Seroka Sendîkaya Ristin û Çinînê Leyla Kerîm jinên di sala 1957’an de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got:

“Divê her roj hewla bi destxistina mafê jinan bê dayîn.

Jina bi navê Rênas Xefor a tevlî festîvalê bûyî jî 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir..

Li gundên quntarên çiyayê Qendîlê, jî 8’ê Adarê hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyan de jin li ber tundiyê rabûn û daxwaza wekheviyê kirin.

Back to top button