Çalakiya Greva Birçîbûnê li gîrtîgeha Merdînê di roja 16. de ye

Çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyên li gîrtîgeha Mêrdinê ku li di jî binpêkirinên mafan dane destpêkirin, 16 roj in didome. Ji girtiyan Mehmet Şirîn Acar têkildarî binpêkirinên li girtîgehê û daxwazên girtiyan, ji Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê re nameyek şand. Malbatên girtiyan ên li bajarê Îzmîrê jî 18 roj in di nobeta Edaletê de ne. 

Girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê li dijî binpêkirinên mafan, di 21’ê Sibatê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn

Çalakiya girtiyan di roja 16’an de didome.

Ji girtiyan Mehmet Şirîn Acar têkildarî daxwazên girtiyan, ji Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê re nameyek şand.

Acar di nameya xwe de bal dikişîne ser binpêkirinên li girtîgehê û ev agahî dan:

Tevî rejîmeke giran a înfazê jî girtiyên ku cezayê wan xelas bûye nayên berdan û girtiyên nexweş nayên derman kirin

Bi darê zorê poşmanîtiyê li wan ferz dikin.

Herwiha zextê li girtiyan dikin ku tev li qursa olî bibin.

Di nameya Acar de çend daxwazên girtiyan yên sereke wiha hatin rêzkirin:

* Divê zexta poşmantiyê li me nekin.

* Hewceye girtiyên nexweş bikarin biçin nexweşxaneyê û derman bibin.

* Divê dawî li sepana lêgerîna nava dev bînin.

* Em dixwazin ku mafê me yê çalakiyên civakî neyê astengkirin.

* Ji bo ku em bikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinên bitendurist bikin, divê derfet bên amadekirin.

* Hewceye dev ji lêpirsîn û cezakirinên komî berdin.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ya li Îzmîrê di roja 18. de ye

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, ya li bajarê Tirkiyê Îzmîrê jî di roja 18’an de dewam kir

Xizmên girtiyan, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di serî de li jinên girtî li hemû jinan pîroz kirin û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.

Li ser navê malbatan Xanim Sever diyar kir îro jin ji bo mafê xwe li qadan in û got

“Li girtîgehan li ser jinên girtî gelek zext hene.

Em dixwazin ku hemû dayik tevlî me bibin û bibin dengê girtiyan”

Xanim Sever daxwaz kir 8’ê Adara îsal di serî ji bo girtiyên jin bibe wesîleya berdana hemû girtiyan.

Back to top button