Mele Yûsif Înal: Ji mere dibêjin ‘Nebin Kurd’, ger komeleyê bigrin, em ê yeke din vekin

Serdozgeriya Stenbolê a dewleta Tirk der barê saziya DÎ-AY- DER’ê (Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Oldaran) doza girtinê vekiriye. Gelek endamên vê komeleyê ji ber xutbe, we’z û şîretên bi kurdî hatine girtin. Ji damezrênerên vê komeleyê DÎAYDERÊ Mele Yusif Înal der barê mijarê de dibêje: “Ji me re dibêjin ‘nebin kurd’. Ger komeleya me bigirin, em ê yeke nû vekin.”

3’ê Tîrmeha 2021’an li Stenbolê, endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Dîndaran (DÎAYDER) û Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî di nav de 28 kes hatibûn binçavkirin.

Ji nava kesên binçavkirî, 9 kes bi hinceta xebatên komeleyê dikin, di 9’ê Tîrmehê de hatin girtin.

Paşê, îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hat qebûlkirin û di rûniştina yekê de 4 kes hatin berdan û derbarê 6 kesên din de jî biryara dewamiya girtinê hat dayîn.

Piştî vê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîneke din da destpêkirin û derbarê DÎAYDERÊ de doza girtinê vekirin..

Ji damezrînerên DÎAYDER’ê Mele Yûsûf Înal, zextên li ser komeleyê, binçavkirin û girtina endamên wê û doza girtinê ya derbarê komeleyê de nirxand.

Mele Yûsif anî ziman ku wî 20 salan li Diyanetê meletî kiriye, sala 2000’î teqawid bûye û paşê tevî meleyên xwestine di warê mezheba şafiyî de xizmetê bikin komeleyek ava kirin…

Mele Yûsif diyar kir ku piştî komeleya wan a li navçeya Fatîhê hatiye girtin, wan DÎAYDER’ê vekirin û wiha dewam kir:

“Bîrdoziya fermî çawa ku yekzimaniyê ferz dike, di heman demê de yek-mezhebiyê jî ferz dike. Me jî ji bo em vê ferasetê bişikînin, ev komele vekir.

Di nav hincetên doza girtinê de “tevlêbûna merasîma cenazeyan jî heye.

Ez tevli şîna eskerekî jî bûm, cînarê me bû. Ez çûme sersaxiya cihûyan û xirîstîyanan jî. Sersaxî, wezîfeyeke mirovî ye. Ev ne meseleya kurd, tirk û ereban e.

Em napirsin bê kî ne, çi ne. Em wekî meleyên wan bi pereyan xizmetê nakin.”

Mele Yusif îşaret bi idianameyê kir ku tê de dibêjin ew talîmatê ji KCK’ê digirin û wiha got:

” Pîvanên min Qurane, ayet, sunet û eglê selîm in. Wijdan û ehlaq e. Dînê îslamê li ser esasê ehlaqê ye.

Ji van gotinên me ditirsin, lewma em dan ber dadgehê.”

Mele Yusif di dawiyê de bang li kurd, tirk û gelên cîhanê kir û ev yek got:

“Me peleke darê jî jê nekiriye, lê bi awayekî bêhiqûqî û neheqî doz li me vekirine..

Em doza heq, edalet, aştî, wekhevî û yekîtiyê dikin: Ji me re dibêjin ‘nebin kurd’. Ger komeleya me bigirin, em ê yeke nû vekin.”

Back to top button