Şervanên YPJ’ê 8’ê Adarê bi merasîmekê pîrozkirin

Şervanên YPJ’ê jî bi boneya 8’ê Adarê li Heseke û Reqayê merasîmên leşkerî li dar xistin.

Duh jî li bajarê Reqayê bi bûneya 8’ê Adarê şervanên Yekîneyên Parastina Jin-YPJ’ê torenek leşkerî li dar xist.

Bi seden ji endamên Meclisên Leşkerî ên Minbic, Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û Kobanê beşdarî mersimê bûn.

Bi sedan endamên saziyan û nûnerê partiyanjî tev li çalakiyê bûn.

Her wiha diyarî hatin belavkirin.

Li Hesekê şervanên YPJ’ê 8’ê Adarê bi merasîmekê pîrozkirin

Bi sedan Şervanên YPJ’ê li Navenda Serdem ya Çand û Huner a li bajarê Hesekê û ji bo 8’ê Adarê Merasîmên leşkerî li dar xistin.

Piştre, şervan li qada Navendê kom bûn û dest bi torenek leşkerî kirin.

Yek ji fermandarên YPJ’ê Newroz Ehmed 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê bi taybet jina kurd ya ku di nav refên tekoşînê li berxwe dide pîroz kir.

 

Back to top button