Îro li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî jin li qadan bûn. Li gelek deverên herêma Cizîrê jinan bi coşeke mezin ev roj pîrozkirin.
Di pîrozbahiyên îsal de peyama bilindkirina têkoşînê û azadiya Rêber Apo hat dayîn.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hezaran jin û mêr daketin qadan û ev roj bi coş û keleceneke mezin pîroz kirin.
Li bajarê Hesekê bi boneya vê rojê jin li qada bendava Xerbî ya bajêr kom bûn û bi şahiyekê ev roj pîroz kirin.
Bi hezaran jin li bajarê Qamişloyê li Stada Heysem Keco tevlî şahiya navendî bûn û ev roj pîroz kirin.
Bi heman armancê li Til Temirê jî jin li qada Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem hev û şahî lidarxistin.
Her wiha li Dêrik jî şahiya pîrozkirina 8’ê Adarê li darket.
Li navçeya Dirbêsiyê jî jin kom bûn û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyekê pîroz kirin.
Di şahiyê de gelek jin axivîn û ev roj li Rêber Ocalan û tevayî jinên Cîhanê pîroz kirin.
Li aliyekî din jî şêniyên Amûdê li Girê Moza kom bûn û 8’ê Adarê pîrozkirin.
Li Girkê Legê û Til Koçer jî şahiya pîrozbahiyê li lîstikgeha Rimêlan li darket.
Bi heman armancê bi hezaran welatiyên Tirbe Spiyê li bendava Mizgeftê kom bûn û ev roj pîrozkirin.
Her wiha li Çil Axa jî jinan li Hola Roj şahiya pîrozbahiyê ya 8’ê Adarê lidarxistin.