Li Kobanê, Heleb, Minbic, Şehba, Dêrazorê û Şamê pîrozbahî hatin lidarxistin

Li herêma Firatê û herêmên din jî pîrozbahiyên mezin hebûn. Li Kobanê, Heleb, Minbic, Dêrazorê, Şehba û Şamê bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî 8’ê Adarê pîroz kirin. 

Li herêma Firatê, Şehba, Heleb û Şamê jî pîrozbahiyên 8`ê Adarê bi dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” pêk hatin.

Li Kobanê şahiya 8`ê Adarê li Daristana Kobanê bi amadebûna sedan şêniyên herêmê hate pîrozkirin…

Li herêma Şiqeyf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî bi beşdariya hezaran jinan şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin..

Li Minbicê li xeta Muhterêq li gundê Toq El-Xelîl bi hezaran jinên Tebqa, Reqa, Kobanê û Minbicê û endamên saziyên sivîl, leşkerî û saziyên jinan tevlî şahiyê bûn.

Di şahiyê de jinan ev roj li Rêber Ocalan pîroz kir û banga hevgirtinê li hemû jinan kirin..

Şahiya 8`ê Adarê li gundê Elûşe yê navçeya Ehdasê ya Şehbayê hat lidarixistin.

Endamên Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê stran gotin û piştre perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî têkoşîna jinan hatin xwendin.

Li Dêrazorê jî pîrozbahiyên 8’ê Adarê hebûn…

Li Şamê taxa Zorava jî jinan bi cilên xwe yên gelêrî bi şahiyekê 8’ê Adarê pîrozkirin..

Back to top button