NY: Hejmara koçberên Ukraynayê 2 milyon derbas kir

Amerîka û Brîtanya bi qedexeya giran petrol, xaza xwezayî li Rûsyayê dixwazin êrişên wê rawestînin. Lê her ku dem derbas dibe dorpêça li ser Kîev girantir dibe
Û Rûsya ji bo êrişeke mezin li ser Kîevê amadekariyan dike.
Serokê Ûkraynayê Volodomir Zelensky dibêje: Berdêla wê çi dibe bila bibe, ew ê heta dawî ji bo welatên xwe şer bikin. 

Li Ûkrayna, rewş aloztir dibe, ji ber wê jî koçberiya ji Ûkraynayê zêdetir dibe. Komîserê Karûbarên Koçberan ê NY’yê ya Filippo Grandi li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku bi destpêkirina şer ve koçberên Ûkranî berê xwe dane welatê Weke Macaristan, Moldova, Romanya, Polonya, Slovakya û hin welatên Ewropa bi giştî heta niha hejmara koçberên Ûkraynî 2 milyon derbas kiriye

Rûsya careke din ji bo derketina sivîlan agirbesteke demkî ragihand

Her wiha Rûsya careke din ji bo derketina welatiyên Ûkranî di saet 10’ê sibê ve li bajarê Çernîgîv, Harkîv, Sûmî, Marîoupol û derdora Kîevê agirbesteke demkî heta saet 9’ê êvarê ragihand.

Çavdêrên Siyasî diyar dikin ku Rûsya bi derxistina sivîlan amadekariya êrişeke mezin li ser Kîevê dike.

Amerîka dayîna balafirên şer ji bo Ûkrayna red kir

Polonya ji bo pêşiya pêşveçûnên Rûsya bigrin ji bo Ûkraynayê pêşniyar kir ku ew dikarin balafirên şer cûreya MIG-29 li ser navê Amerîkayê bidin Ûkraynayê.

Ev pêşniyara Polonyayê ji aliyê Pentagonê ve hate red kirin. Pentagonê diyar kir ku ev gav wê di nav endamê NATO’yê de gûmana zêdetir bike, rewşa heyî aloztir bike.

NATO: Em naxwazin bi Rûsyayê re şer bikin

Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî doh li Letonya di civîneke de derbarê rewşa Ûkraynayê de axivî û diyar kir ku ew naxwazin bi Rûsyayê re şerbikin û got; “Armanca me ewe ku em pêşiya şer bigrin û nehêlin ku ev şer li welatên din jî belav bibe.”

Joe Biden: Me kirîna petrol, xaz û komirê ji Rûsyayê qedexe kir

Serokê Amerîkayê Joe Bîden jî doh bi daxuyaniyekê ragihand ku wek rêveberiya Amerîkayê biryar girtine ku ji îro şûn ve kirîna petrolê, xaza xwezayî û komirê li gel Rûsya qedexe kirine.

Îngilistanê jî piştgirî da Bîden û diyar kir ku ewê jî heta dawiya 2022’an kirîna hemû maddeyên enerjiyê ji Rûsan rawestînin.

Zelensky: Di êrişên Rûsyayê de heta niha 50 zarok hatine kuştin

Serokê Ûkraynayê Volodomir Zelensky doh bi vîdeo konferansekê beşdarî civîna parlamentoya Îngilistanê bû.

Zelensky diyar kir ku berdêla wê çi dibe bila bibe, wê heta dawî ji bo welatên xwe şer bikin.

Zelensky daxwaza qedexekirina qada hewayî dûbare kir û got: “Heta niha 50 zarok di êrişên Rûsyayê de hatine kuştin, ger piştgiriya me bihata kirin wê ev yek pêk nehata.”

Back to top button