Salvegera 33. a koça dawî ya Mihemed Şêxo

Hunermendan bi hunera xwe parastina çand û hunera gel kiriye. Mihemed Şêxo mînaka herî hêja ya vê yekê ye. Îro 33 sal di ser wefata Şêxo re derbas dibin.. Lê bê guman deng û awazên wî di nava gelê Kurd de dijîn. Hunermend Mihemed Şêxo di 33. salvegera wefata xwe de li ser gora xwe a li Qamişloyê hate bibîranîn.

Hunermend Mihemed Şêxo 33 sal di ser koça wî ya dawîn re derbas dibin.

Mihemed Şêxo li gundê Xecokê yê li başûrê rojavayê Qamişloya di 1948`an de çavê xwe li dinyayê vekiriye.

Qonaxa seretayî ya xwendina xwe li gund qedandiye..

Di heman salên qonaxa seretayî de dest bi jenîna bilûra şivanan kiriye.

Ji bo dewamkirina xwendina xwe Mihemed Şêxo di 1965`an de derbasî Qamişloyê dibe.

Di qonaxa navîn de nexweşî di çavên wî de derdikeve.

Ji ber qedexeya stranên kurdî li Sûriyê di 1969`an de hunermend Mihemed Şêxo berê xwe dide paytexta Lubnanê Beyrûtê.

Mihemed Şêxo yekem kasêta xwe `Ey Felek` di sala 1975`an de li Mehabadê derxist.

Hejmara kasêtanên wî bi giştî dibe 14.

Di sala 1989`an de ji ber nexweşiya `lawaziya dil` li taxa Xerbî ya Qamişloyê jiyana xwe ji dest dide.

Hunermendê nemir Mihemed Şêxo îro di 33. salvegera xwe de bi amadebûna malbat û hevalên xwe li ser gora xwe hate bîranîn..

Di merasîmê de gelek nivîskar, rewşenbîr û hunermed amade bûn…

Her wiha di bîranînê de li ser gora Mihemed Şêxo stran hatin gotin û axaftin hatin kirin.

Back to top button