Duh li Stenbolê bi hezaran jin daketin kolanan.
Lê mîna her carê hikumeta faşîst a AKP’ê xwe li ber vê negirt û hewl da çalakiyên jinan asteng bike.
Bi hezaran jin ji bo Meşa Şevê ya Feminîst a 20’an li gelek deverên Stenbolê li hev kom bûn.
Ji wan deveran jî taxa Taksîmê bû.
Jin hemû li wir kom bûn û tevî astengiyên polîsan jî ber bi Kolana Siraselvîler ve dest bi meşê kirin.
Piştî 50 metreyî, polîsan pêşiya wan birî.
Polîsan êrîş birin ser jinên ku li kuçeya Bakraç, Oba û Tel kom bûbûn û nehiştin bimeşin.
Tevî wê jinan xwe gihand Kolana Siraselvîlerê û ji wir ber bi Cîhangîrê ve meşiyan.
Paşê li ser navê jinan daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin wê jin nehêlin keda wan were xwarin û îşaret bi domandina berxwedanê hat kirin.
Piştî daxuyaniyê jinan bi stran û tilîliyan govend gerandin.