PKK ji bo mafê gelê Kurd dixebite û nabe di lîsteya terorê de bimîne

Rojnamevan û çalakvanên Helebçeyê piştgirî dan pêngava derxistin PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ û diyar kirin ku PKK’ê ji bo mafê Kurdan dixebite.

Ji wan Rojnamevan Salar Mehmûd da zanîn dewleta Tirk ti demê nekariye xwe li beramberî têkoşîna PKK’ê bigre û wiha domand:

“Ji bo wê jî serî li gelek rêbazan dide, ji wan jî xistina PKK’ê di ‘Lîsteya Terorê’ de bû.”

Çalakvan Soran Mela Hesen jî anî ziman ku PKK’ê partiyeke ji bo mafê gelê Kurd dixebite, derxistina wê ji vê lîsteyê jî ji bo Kurdistanê bi giştî girîng e.

Soran piştrast kir ger PKK ji ‘Lîsteya Terorê’ were derxistin wê gelê Kurd di warê yasayî de bikare mafên xwe bi dest bixe.

Back to top button