Cenazeyê Sitî Karatay di nava qotiyekê de dan malbatê

Dewleta Tirk a faşîst cenazeyê gerîlaya YJA Starê Sitî Karatay, piştî 6 salan di nav qotiyekê de dane destê dayika wê.

Gerîlaya YJA Starê Sitî Karatay (Êzda Avesta) di sala 2016’an de li navçeya Şemzînanê ya Colemergê di şerê li dijî dewleta Tirk de şehîd bû.

Piştî 6 salan hestiyê Karatay di nav qotiyekê de dane destê dayikê.

Dayîka Sitî, Aynûr Karatay, li gel qotiya hestiyên keça xwe hate Wanê û bi wesayita cenaze, ya ku kirê kirin birin navçeya Bazidê ya Agirî.

Cenazeyê Sitî Karatay li Mezrika Koçkiran a Bazidê veşartin.

Polisan goristanê dorpêçkir û destûr nedan ku kes bikeve goristanê û dîmen û wêne bên kişandin.

Kurê Aynûr Karatay, gerîlayê HPG’ê Emrah Karatay 17ê Adara 2019’an li Agirî di şer de şehîd bûbû.

Hevjînê Aynûr Karatay Burhat Karatay ê 67 salî jî li Girtîgeha bajarê Gîresûnê dema rehîn bû, 7’ê Mijdara 2018’an bi krîza dil, jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button