GEIR PEDERSEN: QSD’Ê CIHÊ XWE DI AVAKIRINA DESTÛRA SÛRIYÊ DE DIGIRE

Nûner Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyê Geir Pedersen ragihand ku Kurd di komîteya ku niha Neteweyên Yekbûyî ji bo nivîsandina destûra nû ya Sûriyê amade dike de beşdar in.

Geir Pedersen diyar kir ku weke 150 endamên din ên komîteyê, Kurd jî di komîteyê de beşdar in.

Çavkaniyeke dîplomatîk a li Konsya Ewlekariya Navdewletî ragihand ku Kurd jî cihê wê xwe di avakirina Komîteya Destûrî ya Sûriyê de bigrin.

Çavkaniyê da xuyakirin ku ji ber helwesta Tirkiyê, zehmet e ku Neteweyên Yekbûyî bi fermî bibêje QSD’ê beşdar dibin.

Ev daxuyanî piştî civîna girtî ya Konseya Ewlekarîya Navdewletî derbarê Sûriyê de hat.

Beriya niha jî Pedersen destîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê faktorekî sereke di Bakur û Rojhilatê Sûrî de ye û rola wê ya siyasî divê were nîqaşkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button