Damezrênerên navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ew bi bibîr anîn

Di salvegera 33’an a koça dawî ya hunermendê Kurd Mihemed Şêxo de, damezrînerên Navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şêxo ew bibîr anîn û qala girîngiya dewamkirina xebatên wî kirin.

Bi boneya salvegera 33’an a wefata dengê nemir Mihemed Şêxo, hunermendên Navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şêxo Nesrîn Botan, Danîş Botan û Cemîl Ehmed li ser rol û bandora bilbilê kurdan nirxandina kirin..

Ji damezrînerên Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Nesrîn Botan anî ziman ku Mihemed Şêxo ne tenê hunermendekî Rojavayî bû, ew hunermendê Kurdistanî bû.

Hunermend nesrîn botan: ew hunermendê kurdistanî bû

Nesrîn Botan bal kişand ser avakirina navendeke çandê bi navê Mihemed Şêxo û ev tişt got:

“Bi sedan ciwan, jin û zarok tevlî Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bûn. Eleqeyeke gelekî mezin hebû. Jinên ku ji karên çandê bêpar hatibûn hiştin, bi eşqeke mezin hatin vê derê. ”

Hnermend Danîş Botan: Mihemed şêxo bê dûdilî xizmeta gelê xwe kir

Hunermend Danîş Botan jî Mihemed Şêxo bi bîr anî û got:

“Dema Mihemed Şêxo tê gotin, hestên mirovî, pîvanên hunerê û xizmeta ji civakê re tê bîra mirovan.

Hunermendê gelên bindest Mihemed Şêxo gelekî zor û zehmetî kişand.

Êşa gelê xwe parve dikir. Hunera xwe ne ji bo berjewendiyên xwe lê ji bo gelê xwe pêşkeş dikir..”

Hunermend Cemîl Ehmed: Ji bo dewama riya Mihemed Şêxo em xebatê dikin

Hunermend Cemîl Ehmed jî diyar kir ku ew wekî hunermend, 9’ê Adarê ji bo xwe rojekî bi êş dibînin, ji ber ew roja koça Mihemed Şêxo ye..

Cemîl Ehmed anî ziman ku avakirina navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê jî ji bo dewama şopa riya bilbilê kurd bû got: “Ew dengê serhildêr ê çanda Kurdan bû.

 

Back to top button