komkara Erebî: Divê dewleta Tirk hêzên xwe yekser ji Sûriyê, Iraq û Lîbya vekişîne

Komîteya Wezîran a Ereb ya ku deswerdanên dewleta Tirk di kar û barên hindurîn ên welatên Ereban de dişopîne, îro li Paytexta Misirê Qahîreyê li hev civiyan û piştî civînê daxuyaniyek dan.. Komîteyê got: “Divê dewleta Tirk hêzên xwe ji Sûriyê, Iraq û Lîbiya bê şert û merc yekser derxîne.” Komîteyê guhartina demografîk a ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike şermezar kir.

Îro, Komîteya Wezîran a Ereb ya ku deswerdanên dewleta Tirk di kar û barên hindûrîn ên welatên Ereban de dişopîne, li payetexta Misirê Qahîra civiya û daxuyaniyek da..

Komîteya Wezîran a Erebî di daxuyaniya xwe de îşaret bi destwerdanên dewleta Tirk di karûbarên navxweyî yên welatên Ereban de kir û got:

“Dewamkirina hebûna leşkerî ya Tirk li ser axa çend dewletên Ereb, destwerdana di karê navxweyî de û binpêkirinên ji biryara meclisa Ewlehiyê ya NY di mijara qedexeya şandina çekan ji bo Lîbiya de me nerihet dike.

Hebûna Hêzên Tirk li Iraq, Lîbiya û Sûriyê ne rewa ye û divê yekser hêzên xwe bê şert vekişîne.”

Her wiha di daxuyaniyê de girîngiya hevkariyê ji bo pêşîgirtina li veguhestina çeteyên biyanî û herêmî di sînorên welatên Erebî de hat ziman..

Di daxuyaniya Komîta Wezîran a Welatên Erebî de îşaret bi guhertina demografiyê bi destê dewleta Tirk a li bakur û rojhilatê Sûriyê jî hat kirin û ev yek hat şermezarkirin..

Di dawiya daxuyaniyê ev bang li dewleta Tirk hat kirin:

“Rêzê ji mafê bikaranîna avê ji komara Sûriyê û Iraqê re bigre û avakirina bendavan li ser Dicle û Firatê rawestîne. Ev siyaset bandoreke xirab li ser xweza û aboriya van deveran dike..”

Back to top button