YE ferzkirina cezayên nû yên ser Rûsya erê kir

Piştî DYA, ji YE jî biryarên cezayên nû yên li ser Moskow hat. YE li ser beşa deryayî, rêvebir û karsazên Rûs cezayên nû ferzkir. Di beşa cezayan de 3 bankên Belarûs jî ji sistema SWIFT a bankan hate derxistin. Di vê navberê de, ji Parîs û Waşîngtonê careke din biryara piştevaniya ji bo Kîevê derket.

Welatên Rojava bi cezayn dixwazin bêhn li Rûsya biçikînin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber êrişa Rûsya li ser Ûkraynayê cezayên nû li ser Moskow ferz kir.

Yektîiyê, sektora deryayî ya Rûsyayê, hin rayedar û karsaz û 3 bankên Belarusî ji SWIFTê derxistin.

Di parvekirina ku li ser hesabê medyaya civakî ya fermî ya Serokê Demî yê YEyê Fransa hat parvekirin de hat ragihandin ku di civîna nûnerên welatên yekîtiyê de, cezayên nû yên li dijî Rûsya û Belarûsê hatin qebûlkirin.

Ev ceza piştî di rojameya fermî ya YE de hate weşandin wê bikevin meryetê.

Li gorî cezayên nû, mal û milkên hin rayedarên rûsî, karsaz û endamên malbatên ku di êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê de rol lîstine, wê werin cemidandin.

Li van kesan wê derketina derve bê qedexekirin.

3 bankên Belarusî wê ji pergala veguhastina dravê ya navneteweyî SWIFT werin derxistin.

Di çarçoveya cezayan de, 7 bankeyên Rûsyayê ji SWIFT hatin derxistin û rezervên Banka Navendî ya Rûsyayê ya li welatên rojava hat cemidandin.

Doh, Serokê DYA Joe Biden bi daxuyaniyekê biryara qedexeya gaz û petrola Rûsya li welat ragihandibû.

Biden anî ziman ku biryara qedexekirina îthalata enerjiyê ya ji Rûsyayê piştî şêwirîna bi hevalbendên Ewropayê re hatiye girtin.

YE: Rûsya dixwaze mîna li Sûrî, hemû devrên Ûkrayna bombebaran bike

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell di civîna Lijneya Giştî ya Parlamenta Ewropayê (PE) de li ser êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê û rola YEyê ya di guherîna cîhanê û rewşa ewlekariya Ewropayê ya piştî şer axivî.

Borrell got, “Rûsya mîna ku li tevahiya Sûriyeyê bi taybetî li Helebê kir, bêyî ku tu cudahî li dijî sivîlan bike, wê Ûkraynayê bombebaran bike.”

Macron û blinken civiyan

Li aliyekî din bi mijara Ûkrayna, Waşîngton û Parîs di nava danûstandinan de ne.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li paytexta Fransa Parîsê civiyan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand ku Blinken û Macron li ser pêwîstiya dewamkirina hevkariya bihêz a Amerîka û Fransa li hember şerê Rûsyayê li dijî Ûkraynayê li hev kirine.

Price diyar kir ku Macron û Blinken li ser hewldanên dewam ên ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji hikûmet û gelê Ûkraynayê re gotûbêj kirin.

Blinken jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekê keyfxweşiya xwe ya li gel civîna bi Macron re anîziman.

 

Back to top button