Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya şehîdekî hate ragihandin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Salih Oso li Goristana Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê bi merasîmekê oxir kirin.

Şêniyên Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî tevlî merasîma oxirkirina şervanê YPG`ê Salih Oso bûn.

Salih Oso di 7`ê Adarê de li navçeya Sirînê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bû.

Her wiha di merasîmê de nasnemaya şehîd Seyid Îbrahîm bi nasnav Lewend Salokî ku di 20`ê Adara 2014`an de di êrişa çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê şehîd bûbû hat ragihandin.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin:

“Cara yekemîne di dîrokê de Kurdan li cîhanê bi têkoşîn û berxwedana şehîdan deng vedaye.”

Di dawiyê de wesîqeta şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Back to top button