Bi boneya 8’ê Adarê li Minbic û Şedadê pîrozbahî

Komîteya Çalakiyan a Komeleya Perwerdê ya naveçeya Şedadê pîrozbahiyek ji xwendekaran re li dar xist û Navenda Çand û Hunerê jî pêşangeheke alavên folklorîk li Minbicê li dar xist.

Dika Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê di 23’yê Sibatê de heta 10’ê Adarê rêzeçalakî dest pê kirin.

Komîteya çalakiyan bi hevkariya Rêxistina Rizgarkirina Zarokan a Cîhanê li dibistana Ebî El-Qasim El-Şabî ya navçeya Şedadê ya Hesekê pîrozbahiyek li dar xist.

Tê de xwendekar û mamosteyên Şedadê amade bûn û pêşangeha şêwekariyê hate pêşandan.

Komîteya Çand û Hunerê ya Minbic û gundewarên wê bi diruşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin”pêşangehek ji bo vejandina mîrasa gel a bi çêkirina jinan li Minbicê vekir.

Pêşangeh li parka çand û hunerê ya li naverasta bajar hat vekirin.

Di pêşangehê de komek ji jinan nanê sêlê çêkir û alavên kevn mîna destarê genim, alavên fexar, baqir, hesen û wêneyên şehîdan pêşan da.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî û meclisa Til Hozan û Muhteriq serdana pêşangehê kir.

Back to top button