Ronahî Serhed: Çalakiyên 8’ê Adarê têkoşîn gihandin qonaxeke nû

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed der barê çalakiyên 8’ê Adarê de nirxandin kir. Ronahî anî ziman bi daketina qadan, jinan bersiveke dîrokî da desthilatan taybet ya Erdogan. Ronahî Serhed bang li hemû jinan kir ku bi rihê 8’ê Adarê biherikin qadên Newrozê û îsal bixin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. 

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed sekn û helwesta jinan a ku di 8’ê Adarê ‘Roja Jinan a Cîhanî’ de derket holê, ji ajansa Firatê re nirxandin.

Ronahî Serhed anî ziman li dijî êrişên zayendperestî, qirker û faşîst ên sîstema bi serweriya mêr, jinan bersiva herî xurt li qadên 8’ê Adarê dan.

Ronahî Serhed got: “Çalakiyên 8’ê Adarê moraleke mezin da civak û gelan û têkoşîn gihand qonaxeke nû.”

Ronahî Serhed: Jinan bi herikîna qadên 8’ê Adarê bersiveke dîrokî dan desthiladaran

Endama Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir ku têkoşîna jinan di sala 2021’ê de li dijî êrişên qirker û zayendîperest bi ser ket û ev serketin jî bi 8’ê Adarê tacîdar kir.

Ronahî Serhad got: “Vîna têkoşînê ya ku di 8’ê Adarê de derket holê ji niha ve serketina sala 2022’an diyar kiriye û rêya serketinê nîşan daye.”

Di dewama nirxandina xwe de Ronahî Serhad destnîşan kir jinên ji gelên Kurd, Ereb, Tirk, Ermen û Suryanî yên herikîn qadên 8’ê Adarê derseke dîrokî dan desthilatdaran taybet jî Erdogan.

Ronahî Serhed: Divê em bi rihê 8’ê Adarê biherikin qadên Newrozê

Her wiha da zanîn di van çalakiyan de hat dîtin jin li Kurdistanê hêzeke civakî ye, li herêmê û cîhanê jî weke tevgera li dijî sîstema bingehîn hêza herî bibandor e, ku dikare xeta polîtîk a sedsalê diyar bike.

Ronahî Serhed diyar kir ku êdî jin gihîştine wê qonaxê, li hember pergala zayendperest û netew-dewletê, xwe bi xwe pergala xwe ya hevjiyana azad ava bikin.

Endama Koordînasyona PAJK’ê dawiyê bang li hemû jinan kir ku bi rihê 8’ê Adarê biherikin qadên newrozê û vê salê bixin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Back to top button