Wê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 72 navenda newroz were pîrozkirin

Kelên li Kurdistanê taybet jî Kurd tevahî benda cejna netewî Newrozê ne. Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê wê pîrozkirina cejna Newrozê bi slogan ” Dem dema Serkeftin ye” wê pêk were. Tifaqa partiyên kurdî îro li Amedê bi deklarasyoneke naveroka xebatên xwe eşkere kir û got wê newroz 72 navenda were pîroz kirin.

Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê coş û kelecaniya Newrozê destpêkir.

Jinan bi çalakiyên 8’ê Adarê starta pîrozbahiya newrozê dan.

Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bi pêşengtiya partiyên Tifaqa Kurdistanê û Tifaqa Demokrasiyê amadekariyên newrozê didomin.

Îro li navçeya Sûrê ya Amedê KCD, DTP; HDP, TJA û partiyên xebata tifaqa Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar starta newrozê dan.

Li gorî daxuyaniya Tifaqa Kurdistanê bi slogana “Dem dema serkeftinê ye’ agirê newrozê wê 72 navenda were pêxistin.

Destpê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku newroz ji bo gelê kurd roja berxwedanê ye banga beşdariy newrozê kir.

Mîthat Sancar: Ev sal wê bibe sala serkeftina gelê Kurd

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî got wê ev sal bibe sala fînal, serkeftinê, bibe sala azadiya gelê kurd.

Sînan Çîftyurek: Azadiya Ocalan azadiya hemû Kurdan e

Serokê Giştî Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî li ser navê tifaqa Kurdistanê axivî balkişand li ser tecrîda Rêber Apo û got: Tifaqa Kurdistanê azadiya Ocalan azadiya xwe dibîne.

Piştre li ser navê tevgera Jinên Azad (TJA) emel temel axivî û banga beşdariya newrozê kir.

Piştî axaftina Hevseroka KCD’ê Saliha Aydenî deklarasyon xwend û got wê gelê kurd bi dawîkirina tecrîdê, pêkanîna yekîtiya netewî, destxistina mafê zimanê kurdî yê perwerdê sala 2022’an têxe sala serkftinê.

Strana Newrozê dîyar bû “agirê newrozê hilke”

Di civînê de her wiha stran û klîba Newroza 2022’an jî hate nasandin. Strana “Agirê Newrozê hilke” ji aliyê Mihemedê Pîrosî ve hate amadekirin

Back to top button