ŞERVANÊ YPG’Ê HEREKOL GIRKÊ LEGÊ HAT OXIRKIRIN

Şervanê YPG’ê Zeyd Zekeriya Abas binasnav Herekol Girkê Legê di pêngava paqijkirinê ya li dijî şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê, de şehîd bibû.

Merasîma oxirkirina şehîd Herekol li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê ku girêdayî navçeyê ye, bi beşdariya hemû pêkhateyên navçeya Tirbespiyê li dar ket.

Di merasîmê de li ser navê YPG`ê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê û malbata şehîd axaftin hatin kirin.

Kesên ku axivîn soza dane cangoriyên azadiiyê ku wê hemû xaka Sûrî ji dagirkeriya Tirkiyê, çeteyên wê û Cebhet El-Nusrayê biparêzin.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd Herekol Girkê Legê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre cenazeyê şehîd Herekol di nav silogan û tilîlên dayan de li Goristanê hate oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button