Li Hesekê hêzên asayîşê motorsiklêtek bombebarkirî bêbandorkirin

Îro li rojavayê Hesekê dema ku çeteyek mayîn diçand pê de teqiya û hate kuştin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî motorsklêtek bombebarkirî bêbandorkirin.

Îro li bajarê Hesekê 2 teqîn pêk hatin.

Ya yekemîn çeteyekî mayîn li gundê Hawze yê li ser riya Çiyayê Kezwana diçand, pê de teqiya..

Di ecama teqînê de ew çete hate kuştin.

Ya duyemîn jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn motorsklêtek yê heman çeteyî ku berê bombebarkirbû, bêbandorkirin.

Back to top button