Hevdîtina şandeyên Ûkranî û Rûsî li Tirkiyê bi dawî bû

Hevdîtina di navber şandeyên Ûkranî û Rûsî li bajarê Tirkiyê Antalyayê bi serkêşiya herdû Wezîrên Karên Derve yên Rûsyayê Sergey Lavrov û Ûkraynayê Dmitro Kuleba bi dawî bû… Herdû Wezîran piştî civînê, daxuyaniyên ji hev cûda dan.. Kuleba got: “Rûsya dixwaze em teslîm bibin lê ev yek nayê qebûlkirin.” Lavrov jî got: “Ji bo çareseriyê, tu rê şûna muzekereyan nagre.”

Bi armanca dîtina çareseriyekê ji şer û aloziya li Ukraniya re, şandeyên Ûkranî û Rûsî li bajarê Antalya yê Tirkiyê li hev civîyan..

Civîn bi dawî bû û herdû Wezîrê Karên Derve yên Rûsyayê Sergey Lavrov û Ûkraynayê Dmitro Kuleba daxuyaniyên ji hev cûda dan..

Kuleba: Rûsya dixwaze em teslîm bibin lê ev nayê qebûlkirin

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Kuleba di daxuyaniyê de anî ziman ku hevdîtina wan ne hêsan û ne jî zehmet derbas bûye û ev agahî parve kirin:

“Tu pêşketinek çênebû.

Em amade ne ku bi heman awayî dîsa hevdîtinan bikin.

Daxwaza Rûsyayê ew e ku em teslîm bibin lê belê Ûkrayna dê teslîm nebe.

Min wiha fêm kir ku Rûsya ne di wê rewşê de ye ku karibe agirbestê ragihîne..

Kuleba balkişand ser vekirina koorîdorên mirovî jî û anî ziman ku Lavrov tiştekî teqez negotiye, lê diyar kiriye ku wê bi aliyên peywendîdar re biaxive.

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî di daxuyaniya xwe de îşaret bi vê yekê kir ku tu rê nikare cihê muzakareyan bigire û got:

Sergey Lavrov: Tu rê şûna muzekereyan nagre

“Li Ukraniya rewşeke ku raste rast gefê li Rûsyayê dixwe derket holê.

Me gelek caran hişyarî dan, lê kesekî guh neda hişyariyên me.

Em piştgiriyê didin her hewldaneke ji bo çareserkirina krîza li Ukraniyayê..”

Lavrov qale bikaranîna yekîneyên leşkerî ji sivîlan re wek mertalên zindî jî kir û wiha axaftina xwe domand::

“Plana vekirina koorîdora mirovî tê kirin.

Dê çareserî di hevdîtinên li Belarûsê de derkeve.

Em dixwazin ev qeyran bi awayekî kêrî berjiwendiyên hemû aliyan were bê çareserkirin..

Nêrînên welatên Ewropî jî ji bo me girîngin.”

Li ser pirsa rojnamevanan a”Gelo dibe ku şerekî nukleerî derkeve?” jî Lavrov ev bersiv da:

“Naxwazim ji vê bawer bikim. Ne di wê baweriyê de me ku derkeve. Kesên ku çekan û kujeran dişînin jî dê ji kiryarên xwe berpirsyar bin.”

Back to top button