Li Dirbêsiyê 3 hezar û 744 îmze hatin komkirin

Komîteya PYD’ê ya komkirina îmzeyan li navçeya Dirbêsiyê ragihand ku pêngava wan bi dawî bûye û 3 hezar û 744 îmze hatine komkirin.

Kampanya komkirina îmzeyan ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya Terorê li bakurê û rojhilatê Sûriyê didome.

Komîteya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê a komkirina îmzeyan a navçeya Dirbêsiyê daxuyaniyek da…

Daxuyanî li pêşiya Meclisa Gel a Dirbêsiyê ji aliyê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê yê navçeyê Mihemed Xelef ve hat dayîn…

Komîteyê ragihand ku pêngava ku di 1’ê Çile de li navçeya Dirbêsiyê hatibû destpêkirin bi komkirina 3 hezar û 744 îmzeyan bi dawî bû..

Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya berfirehkirina vê kampanyayê hat kirin û hat gotin,

“Ji bo pirsgirêkên heyî çareser bibin, divê civak, hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan destwerdanê bikin û PKK’ê ji “lîsteya terorê” derxin.”

 

Back to top button