Ebû El-Hesen El-Haşimî bû serçeteyê nû yê DAIŞ’ê

Piştî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Ibrahîm El-Qureyşî, DAIŞ navê serçeteyê xwe yê nû eşkere kir. 

Li gorî daxuyaniya çeteyan ku li ser malperên xwe belav kiriye,

”Ebû El-Hesen El-Haşimî” wekî serçeteyê nû yê DAIŞ`ê li şûna Ebdullah Qerdaş (Ebû Ibrahîm El-Qureşî) hat erkdarkirin.

Ebdullah Qerdaş 3’yê Sibatê bi operasyoneke taybet a Koalisyona Navneteweyî hat kuştin.

Ev operasyon jî li Idliba ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, pêk hat.

QSD’ê jî di vê operasyonê de cih girtibû.

Beriya serçete Ebdullah Qerdaş, 19’ê Cotmeha 2019’an de jî serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî hatibû kuştin.

Ew jî bi operasyoneke koalisyona navneteweyî û bi hevkariya QSD’ê li herêmeke nêzî sînorê dewleta Tirk hat kuştin.

Back to top button