Li Minbicê bazirganekî narkotîkê hat girtin

Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê bazirganekî narkotîkê girt. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir.

Tê de ev agahî bi par ve kirin:

“Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan Pêncşemê 10’ê Adarê bazirganekî narkotîkê girt.

Li gel wî bazirganî 221 hebên captagon û 26 hebên andetro hatin dîtin.

Dema lêpirsînê de sûcdar li xwe mikur hat ku ew li beramberî pereyan bazirganiya narkotîkê dike.

Li ser vê yekê ji dadgehê re hat veguhestin da ku were cezakirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin,

“Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê operasyonên li dijî bazirganên narkotîkê û têkoşîna li dijî vê diyardeya neyinî,bidomîne.”

Back to top button