Newroza Qendîlê bi dirûşma ‘Dem dema azadiyê ye’ tê pîrozkirin

Li Çiyayê Qendîlê jî ji niha ve amadekariya Newrozê tê kirin Komîteya Amadekar a Newroza Qendîlê bi daxuyaniyekê ragihand ew ê îsal bi dirûşma “Dem dema azdiyê ye” agirê Newrozê pêxin. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Rastiyek e ku nayê înkarkirin agirê Newrozê di dîroka gelê Kurd de wek sembola serkeftina li dijî Dehaqê zordar e.

Di roja me ya îro de jî meşaleya vî agirî di destê kur û keçên şoreşger ên neviyê Kawayê Serdemê de geştir dibe.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin wê îsal jî mîna salên din şahiya Newrozê li Binarê Qendîlê were pîrozkirin.

Komîteya amadekar di dawiya daxuyaniya xwe de bang li xelkên li Başûrê Kurdistan kir ku li Qendîla Berxwedêr ku cihekî wê yê taybet heye beşdarî Newrozê bibin.

Back to top button