Li Hewlêrê endamê HDP’ê Mûsa Çiftçî yê ji Colemêrgê hat binçavkirin

Nûnerên HDP’ê yên li Silêmaniyê ragihandin, endamekî wan ê bi navê Mûsa Çiftçî ku xelkê Colemêrgê ye dema ketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin. 

Endamê HDP’ê Mûsa Çîftçî yê li bajarê Silêmaniyê dimîne, dema xwest malbata xwe ji Hewlêrê bigire, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku nûnerên HDP’ê yên Silêmaniyê dane ajansa Rojnews’ê, Mûsa Çiftçî nêzî 6 sal in ji ber sedemên siyasî derbasê Başûrê Kurdistanê bûye û li bajarê Silêmaniyê dima.

Mûsa Çîftçî ji bo malbata xwe bîne Silêmaniyê berê xwe dabû bajarê Hewlêrê, lê li Şeqlawa ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve tê binçavkirin.

Nûnerên HDP’ê yên Silêmaniyê ragihandin Çîftçî bi destûra NY li Başûrê Kurdistanê weke penaber tê qebûlkirin, lê ji bo lêkolînkirina rewşa Çîftçî NY îdia kiriye ku tiştek ji destê wan nayê!

Back to top button