ŞÊNIYAN BI ZORÊ JI MALÊN WAN DERDIXÎNE Û GULEYAN LI WAN DIBARÎNE

Kirinên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dewam in. Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê şêniyên navçeya Mabatayê bi zorê ji malên wan derxistin û gule li wan reşandin. Di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Çavkaniyekî ji gundê Kokanê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyên gundên Kokana Jorîn û Kokane Jêrîn ên navçeya Mabata ya Efrînê bi zorê ji gundên wan derdixinin.

Çavkanî destnîşan kir ku kesên qebûl nakin derkevin, lêdanê li wan dikin û guleyan bêserûber li wan direşînin.

Çavkaniyî da xuyakirin ku ji ber gulebarana çeteyan û lêdanê di nav de jin û zarok 10 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, ji kesên bi giranî birîndar bûne, Nezîr, Elîf û Mihmed in.

Çavkaniyan gotin, ji ber ku çeteyan her du gund dorpêç kirine navên birîndarên din nehatin naskirin.

Çete gefan li gundiyan dixwe ku ger ji malên xwe der-nekevin wê hemuyan bikujin.

Çavakaniyan teqez kirin ku jiyana şêniyên her du gundan di xeteriyê de ye û çete nahêlin birîndaran rakin nexweşxaneyê.

Leave a Reply

Back to top button