Rûsya: Heta niha hêzên me 3 hezar û 200 deverên leşkerî yên Ûkraynayê têk birine

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand hêzên wan di 24 saetên dawî de 11 balafir û dronên Ûkraynayê anîne xwarê. Li hember van êrişan jî, Yekîtiya Ewropa û Koşka Spî amadekariya birîna cezayê nû dikin. Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky jî dibêje:
Heta niha me nêzî 100 hezar sivîl ji qadên şer derxistine. Lê artêşa Rûsya derketina sivîlan ji bajarê Moriupolê asteng dike. 

Şerê li Ûkrayna 2 hefte li pey xwe hiştin.

Îro 16 roj in bênavber şerekî giran li wir diqewime.

Vê sibê artêşa Rûsyayê li bajarên Lutsk  û Dnipro êrişên hewayî dan destpêkirin

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand hêzên wan di 24 saetên dawî de, 11 balafir û dronên Ûkraynayê xistine xwarê.

Her wiha eşkere kir hêzên wan heta niha 3 hezar û 200 deverên leşkerî yên Ûkranî têk birine.

Wezareta Parastina Rûsyayê her wiha ragihand ji îro û şûn ve wê her roj korîdoreke mirovî se’et 10’ê sibê were vekirin û vheta 9’ê êvarî vekirî bimîne.

Zelensky: Rûsya derketina sivîlan ji bajarê Mariupolê asteng dike

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky jî diyar kir ku derxistina sivîlan ji bajar Simî û Harkov didome û heta niha wan nêzî 100 hezar sivîl ji qadên şer derxistine.

Zelensky eşkere kir ku artêşa Rûsyayê derketina sivîlan ji bajarê Mariupol ماريوبول asteng dike û got:

“Ev yek bi awayekî eşkere teror e.

Divê cîhan vê rastiyê bizanibe. ”

Amerîka û YE li dijî Rûsya amadekariya birîna cezayên nû dikin

Li aliyê din û ji ber êrişên Rûsyayê, Yekîtiya Ewropa û Amerîka amadekariya birîna cezayên nû li Rûsyayê dikin.

Senatoya Amerîkayê ji bo Ûkraynayê alîkariya leşkerî bi qasî 14 milyar dolarî erê kir.

Koşka Spî jî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden wê îro birîna cezayên nû li Rûsyayê ragihîne.

Yekîtiya Ewropayê jî tekez kir ew ê hevkariya bi Ûkraynayê re xurt bikin û cezayan li dijî Rûsyayê jî zêde bikin.

Îro jî civîna YE ya li Parîsê 2 roj in dewam e.

 

Back to top button